Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Pispora Tiba Edlî Şebnem Korur Fîncanci hat girtin.
Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Pispora Tiba Edlî Şebnem Korur Fîncanci hat girtin.
Fîncanci ya ku ji teref Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "heqareta li miletê tirk, dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê" lêpirsîna ku dabû destpêkirin, piştî karên wê yên li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ya Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê bi dawî bû, sewqî edliyeyê hat kirin.
Seroka Yekîtîya Tabîbên Tirk Şebnem Korur Fîncanci ya di 26'ê Cotmehê de hatibû binçavkirin, danê sibehê sewqî Edliyeyê hat kirin. Fîncanci piştî 4 saetan li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin.
Heyeta dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistina terorê" biryara girtinê da Fîncanci û birin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê.