Serokê Odeya Çandinîyê ya Amedê Cevat Delîl, di derbarê ziwabûnê de daxuyanî da.
Serokê Odeya Çandinîyê ya Amedê Cevat Delîl, di derbarê ziwabûnê de daxuyanî da. Wî dîyarkir ku ziwabûna ku felaketeke xwezayî ye hem li cîhanê, hem jî li Tirkîyeyê û li herêmê bandoreke giran kiriye. Delîl di derbarê mijarê de wiha got: “Ziwayî bandor li cotkarên me dike, bi taybetî çandinî û sewalkarîyê dike. Deynê cotkarên me yên ku ji ziwayîyê zirar dîtine divê di zûtirîn demê de bê faîz bê taloqkirin.” Delîl, destnîşan kir ku ji bo bandora ziwabûnê kêm be, divê zevîyên daristanan bên zêdekirin, pêşî li çandina daran bê girtin û bi zanebûn teknîkên avdanê bên bikaranîn. Cevat Delîl daxwaza berfirehkirina projeyên depokirina binê erdê kir da ku herî zêde ji ava baranê bê bikaranîn.