Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodîmîr Zelensky qezaya trafîkê derbas kir.
Berdevkê Serokatîya Dewleta Ûkraynayê Sergey Nîkîforov li ser medyaya civakî derbarê qezayê de agahî da û wiha axivî: “Li paytexta Kîev’ê konvoya Zelensky û siwareyek li hev qelibîn û bûyera qezaya trafîkê pêk hat. Ajokarê siwareya ku li konvoyê qelibî birîndar bû û ji bo dermankirinê wî rakirin nexweşxanê. Zelensky ji qezayê zirarek cidî nedît û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.