Rêjeya serlêdana nexweşan a li beşên lezgîn ên Nexweşxaneyên Dewletê yên Amedê zêde dibe.
Nexweşên ku li Amedê nikarin randevûya klînîka bibînin, ji ber ku heqê muayeneyên nexweşxaneyên taybet pir zêde ne, neçar dimînin ku beşa lezgîn a nexweşxaneyên dewletê hilbijêrin.
Welatîyên ku ji ber mehên zivistanê bi enfeksiyona qirikê ketine, bi şev serî li Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Jineolojî û Nexweşîyên Zarokan a Amedê dan û ji ber wê jî qelebalixa zêde ya li odeya lezgîn çêbû.
Li Servîsa Lezgîn a ku 2 bijîşk lê dixebitin, rêza ji bo meqbûzên muayeneyê bi metreyan dirêj bû.
Dayîk û bavên ku xwestin zarokên xwe yên nexweş muayene bikin bi saetan li bendê man. Welatîyan xwestin ku derbarê kêmbûna bijîjkan a li nexweşxaneyên dewletê de di demek herî kin de çareserî bê dîtin.