Hat dîyarkirin ku li Amedê zêdebûna bikaranîna tiryakê heta zarokatîyê kêm bûye û bang li sazîyên fermî û sivîl û nûnerên partîyên sîyasî hat kirin ku li dijî vê pirsgirêkê bi hev re tevbigerin.
Hat dîyarkirin ku li Amedê zêdebûna bikaranîna tiryakê heta zarokatîyê kêm bûye û bang li sazîyên fermî û sivîl û nûnerên partîyên sîyasî hat kirin ku li dijî vê pirsgirêkê bi hev re tevbigerin.
Parlamenterê Partîya Çepên Kesk a Amedê Serhat Eren di civîna çapemenîyê ya li Meclîsê de bal kişand ser zêdebûna pirsgirêka tiryakê ya li Amedê ku bikaranîna wê di bin 12 salîyê de ye.
Eren, dîyar kir ku divê Walîtîya Amedê, Polês û Sazîyên Sivîl bên gel hev û ji pirsgirêka tiryakê re çareserîyekê bibînin û wiha axivî, “Li Amedê bikaranîna tiryakê ketîyê bin 12 salî.
Bazirganî û bikaranîna wê roj bi roj zêde dibe.
Çand, nasname û nirxên me jî ji ber tiryakê ku zirarê didin tenduristîya gel, di bin xetereyê de ne. Divê walîtî, polês, partîyên sîyasî, baro, sazîyên sivîl û gelê me di demek herî zû de li ser pirsgirêka tiryakê ya Amedê bi hev re tevbigerin û bi berpirsyarî rabin.
Em ê ciwan û zarokan teslîmê tiryakê nekin!”