Li navenda Wanê ku Şaredarî wir di bin rêveberîya qeyûmê de ye, peyarêyên ku ji bo astengdaran şerîdên zer lê hatine zêdekirin bi astengîyan re tijî ye.
Li navenda Wanê ku Şaredarî wir di bin rêveberîya qeyûmê de ye, peyarêyên ku ji bo astengdaran şerîdên zer lê hatine zêdekirin bi astengîyan re tijî ye.
Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) ya Şaxa Wanê Mîhaîl Atîk dîyar kir ku Şaredarîya Bajarê mezin a Wanê ji bo xebatên binesazîya bajêr hewldanek wê tune ye û ji bo qezenca rantê ji metirsîyan re bingeh ava dike. Her wiha Atîk dîyar kir ku li Wanê li gelek kolan û taxan ji bo astengdarên çavan şerîdên zer nînin û wiha axaftina xwe domand: “Şerîdên zer bi astengîyan re tijî ne. Li ser şerîdên zer wek dîregên ceyranê, qapaxên kanalîzasyonan, wesayît û alavên esnafan hene. Ev hemû ji bo astengdaran astengîyan çêdikin. Li ser hin peyarêyan jî şerîdên zer xwar hatine danîn. Li bajêr ji alîyê rayedaran ji bo nûkirin an veguherandina peyarêyan xebatek nayê meşandin. Em kêmasîyên di vî barî de dişopînin û bi raya giştî re belav dikin. Lê mixabin em nikarin xwe rasterast bigihînin sazîyên rayedaran.”