Meclîsa Teqawîdan, li Enqereyê hatin cem hev û biryara sendîkayê dan û piştê biryarê Sendîkaya Meclîsa Teqawîdan a Amedê hat avakirin.
Di civîna 14’ê Berfanbarê de, wezîfedarkirinên Sendîkaya Meclîsa Teqawîdan a Amedê hat kirin û şaxên bajar û navçeyan hatin avakirin.
Alî Haydar Oz û Nesrîn Erdogmuş ji bo Hevserokatîya Şaxê ya Sendîkaya Meclîsa Teqawîdan a Amedê hatin hilbijartin.
Her wiha biryar hat dayîn ku ji daxuyanîyên çapemenîyê û çalakîyên platformên kedê re wê bi navê Sendîkaya Meclîsa Teqawîdan a Şaxa Amedê beşdar bibin.