SEFERÊN BALAFIRAN ÊN AMED HEWLÊRÊ JI NÛ VE DEST PÊ BIKE
Seferên balafiran ên rasterast a Amed-Hewlêrê wê ji nû ve dest pê bike. Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz ê ku ji bo çavdêrîyên curbecur hat Amedê, li Zanîngeha Dîcleyê axaftina vekirinê ya "Kongreya Xeyalê Pêşeroja Amedê" kir.
Alîkarê Serokkomar Yilmaz derbarê rojevê da wiha got: “Di vê navberê de em xebereke xweş bidin we. Min îro danê sibê bi Wezîrê me yê Gîhandinê re hevdîtin kir. Hêvîdarim em dest bi seferên Amed-Hewlêrê bikin.”