Li Amedê Sedîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Amedê bi dirûşma “Xwarina bi tenduristî, hijyen û têrkirî maf e” çalakî li dar xist û xwarinên ku li hemû sazîyên cemawerîyê tên dayîn protesto kir.

Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak, di daxuyanîya çapemenîyê ya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî hat dayîn de axivî û wiha got, "Sedema bingehîn a pirsgirêkê ew e ku xizmetên xwarinê ji çarçoveya cemawerîyê derketî ye. Bila li nexweşxaneyan xwarin ne bi destên şirketan bila bi destê cemawerîyê bi awayek tenduristî, qalîte û ku mirovan têr bike bê çêkirin.”
Ok Orak di dawîya daxuyanîyê de jî wiha got, "Em ji hemû gelê xwe hêvî dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê piştgirîyê bidin me."