ŞAREDARÎYA KAYAPINARÊ 150 KARGEHA XURDEYÊ MOHRKIRIN
Li Amedê bi dehan kargeha xurdeyê yên ku bi awayekî aktîf dixebitin ji alîyê Şaredarîya Kayapinarê ve hatin mohrkirin. Xwedî û xebatkarên 150 kargehên xurdeyê yên ku li 2yemîn Pîşesazî ya Amedê dixebitin, piştê mohrkirinê bertek nîşanê vê yekê dan û gotin "Em ji nanê xwe bûn.
Di nûçeya li Guneydogu Ekspresê de Mehmet Emîn Bîlek ê ku li ser navê esnafên xurdeyê daxuyanî da dîyar kir ku Şaredarîya Kayapinarê bi hinceta ku li navenda bajêr firoşkarên xurde nayên xwestin, dikana wan a ku debara xwe pê dikin, girtîye.