Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, 'Navenda Lênêrîna Rojane û Mala Bêhnvedanê' vekir.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, 'Navenda Lênêrîna Rojane û Mala Bêhnvedanê' vekir.
"Navenda Lênêrîna Rojane û Mala Bêhnvedanê ya Ji bo Kesên Xwedî Pêdivîyên Taybet" ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve ji bo kesên xwedî pêdivîyên taybet hatiye vekirin, xizmetê dide 59 malbatan. Kesên ku ji bilî nûnerê qanûnî kesekî ku bikaribe di nava rojê de lênêrînê bide tune be, dikarin sûdê li mala bêhnvedanê werbigirin. Kesên xwedî hewcedarîyên taybet, kesên temenê wan ên pêşdibistanê, yên dibistanê, ciwan û mezinên ku rapora wan di navbera ji %40 û ji %80 de heye jî, dikarin sûdê vê xizmetê werbigirin.