Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Amedê, beriya Cejna Remezanê li goristanan xebatên paqijkirin û birêkûpêkkirinê birêvebirin.
Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê ya Şaredariya Bajarê Amedê, beriya Cejna Remezanê li goristanan xebatên paqijkirin û birêkûpêkkirinê birêvebirin.
Ekîbên ku bi 20 personel û 5 wesayîtan li Goristana Yenîkoyê dest bi xebatê kirin, çopê li goristanê kom kirin, rêyan paqij kirin û bermayiyên ku li goristanê hatin bicihkirin bi wesayitan sewqê çopê kirin. Ekîba piştê ku xebatên xwe yên li Goristana Yenîkoyê bi dawî kirin, wê li Şehîtlîk, Derîyê Mêrdîn, Alipinar û Goristana Kevin a Suryaniyan wê xebatên paqijkirinê bikin.