Şaredarê navçeya Nûrdagi ya Dîlokê Okkeş Kavak ê AkPyî di çarçoveya lêpirsîna erdhêjê de hat binçavkirin.
Şaredarê navçeya Nûrdagi ya Dîlokê Okkeş Kavak ê AkPyî di çarçoveya lêpirsîna erdhêjê de hat binçavkirin.
Navçeya Nûrdagi ya Dîlokê ji ber erdhêjên navenda wê Mereş bû, gelek xisar û zîyanên can û mal lê pêk hatibûn.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îslahiyeyê, derbarê avahiyên ku li navçeyê di erdhejê da hilweşiyan, ji bo Kavak biryara binçavkirinê hat dayîn.
Kavak ê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin li edliyeyê kar û barên fermî berdewam dike.