Meclisa Ewlehî û Tenduristîya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya derbarê mirinên li ser kar ên meha Hezîranê eşkere kir.
Meclisa Ewlehî û Tenduristîya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya derbarê mirinên li ser kar ên meha Hezîranê eşkere kir.
Li gor raporê di meha Hezîranê de 150 karkeran di heyama ku li ser karbûn jîyana xwe ji dest dane. Di berdewamîya daxuyanîyê de bal hat kişand ser wê yekê ku di "Sedsala Tirkîyeyê" ya ku hikûmeta AKP'ê gotîye wê "bawerî û îstiqrarê" ava bikin,di warê tenduristîyê û ewlekarîya kar de tiştek neguherîye.
Berovajîyê wê, bê tedbîr, zextên sendîkayan û bêhiqûqîyan berdewam kir. Hat dîyarkirin ku di 6 mehên destpêkê yên salê de herî kêm 889 karkeran, di meha Çile de 120, di Sibatê de 213, di Adarê de 130, di Nîsanê de 122, di Gulanê de 145 û di Hezîranê de jî 159 karkeran jîyana xwe ji dest dane.
Di meha Hezîranê de karkeran herî zêde ji ber trafîk, qezayên servîsê, diran, krîza dil û xwînrêjîya mejî jîyana xwe ji dest dan e.