Hat dîyarkirin ku Lîjneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÜK) ji bo hundir û derveyê avahîya xwe ya li Bilkenta Enqereyê bi bihayê zêdetirê 11 milyon lîreyê ekranên LED kirrî.
Li gorê nûçeya Mustafa Bîldîrcîn a ji BirGûnê derket holê ku RTÛK xerceke mezin kirîye û guh nedaye genelgeya tedbîrên Teserûfê.
RTÛK di 9'ê Mijdarê de ji bo "Panela Pêşxistina Ekrana LED ya Lîjneya Bilind a Radyo û Televîzyonê û Kirin û Sazkirina Materyalan" îhale li dar xist. Hat dîyarkirin ku, îhale bi şîrîketa ku 11 milyon û 185 hezar lîre teklîf daye re peyman hatîye îmzekirin.