Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina rojnamegeran û ji ber hêjî îdîaname nehatîye amadekirin protesto kirin.
Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) bi daxuyaniyeke çapemeniyê girtina rojnamegeran û ji ber hêjî îdîaname nehatîye amadekirin protesto kirin.
Di daxuyanîya çapemenîyê de endama Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Gulşen Koçûk axivî û wiha got; “Malzemeyên ku di qeydên ewlehîyê de wek 'materyalên rêxistinê' hatîye bi nav kirin wê derkeve holê ev malzme kamera û ekîpmanê rojnamegerîyê ye. Ji ber vê jî ev 5 meh in hevalên me girtî ne û hêj îdianameyên wan nehatine amadekirin.” Koçûk xwest rojnamegerên di operasyona 8’ê Hezîranê û şûnde di 25’ê Cotmehê de hatin binçavkirin bên berdan û wiha got: “ Divê rayedarên dadwerî êdî nebin temaşevanên vê rewşê. divê azadîya fîzîkî ya hevalên me pêk bîne. Divê dev ji şirîkbûna vê rûreşiya ku bûye ceza berdin."