Rojnamegerên li Amedê dixebitin, xwestin ku hevalên wan ên rojnameger ku hatine binçav kirin serbest bên berdan.
Rojnamegerên li Amedê dixebitin, xwestin ku hevalên wan ên rojnameger ku hatine binçav kirin serbest bên berdan.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpêkirin de, li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha, Mêrsîn û Mêrdînê di serdegirtinên mal û kargehan de gelek rojnameger hatin binçavkirin.
Rojnamegerên li bajarên cuda hatin binçavkirin di çarçoveya dosyayê de bi biryara qedexekirinê birin Enqereyê.
Rojnamegerên li Amedê di gelek saziyên çapemeniyê de dixebitin, zext û binçavkirina çapemeniya Kurd şermezar kirin û xwestin heval û hempîşeyên wan serbest bên berdan.
Rojnamegerên ku bertek nîşanî binçavkirina komî ya rojnamegeran ya ku hema piştî derxistina qanûna sansur dan û diyar kirin ku bi qanûna dezenformasyonê dixwazin rojnamegeran bitirsînin.