Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ragihand ku ji bo du jinên parêzvan ên mafên LGBTÎ+ biryara dardekirinê hatine dayîn.
Li Îranê rêxistinên mafên mirovan ragihand ku ji bo du jinên parêzvan ên mafên LGBTÎ+ biryara dardekirinê hatine dayîn.
Dadgeheka li Ûrmîyê bi îdîaya “fitne û bêexlaqî dixin nava civakê” Zahra Seddîqî Hamedanî (31) û Elham Choubdar (24) sûcdar dît. Li gor agahîya ji Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ku navenda wê Norweç e hatîye bidestxistin, Hamedanî û Choubdar bi hinceta “belavkirina hemcinsî û xirîstîyanîyê” û li dijî Komara Îslamê li ser medyaya civakî beyanet dane, hatine sûcdarkirin. Cezayên wan ji alîyê dadgahê ve hat erêkirin û dadgeha Îranê dîyar kir ku sedama vê yekê aktîvîzm nîn e, qaçaxtîya mirovan e.