Rejîma Îranê car din êrîşê Herêma Kurdistana Federe kir.
Êrîşên Îranê ya li hemberê Herêma Kurdistanê digel hemû bertekan didome. Hat dîyar kirin ku rejîma Îranê êrîşê çîyayên Helgûr, Sar, Bêrme, Seqer û Berbizina ku girêdayê bajarokên Balekayetî û Sidekana Hewlêrê kir. Hat hînbûn ku êrîş bi guleya topan pêk hatîye û her wiha hat ragihandin ku li herêmên ku êrîş lê hatine kirin cîhê sivîlan bûye.