Li Amedê rêya otobusek nav bajêr, hat dirêjkirin
. Di daxuyanîya ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku rêya otobusa veguhastina giştî ya bi navê S1 ku di navbera Derê Çîya û Taxa Alabalê de xizmetê dike, hat dirêjkirin. Otobusa S1, serê sibê demjimêr di 10:00an de ji Taxa Alabalê bi rê bikeve û danê êvarê demjimêr di 17.20 de vedigere Taxa Sayarlar a li derketina Derê Çîya.