Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanî danezana Wezareta Karên Navxweyî a ji bo Bîranîna Hacî Bektaş Velî û Muharremê dan.
Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanî danezana Wezareta Karên Navxweyî a ji bo Bîranîna Hacî Bektaş Velî û Muharremê dan.
Rêxistinên Elewiyan gotin, “Eger dewlet bi hemwelatiya wekhev a Elewiyan bawer dike, divê hemû daxwazên wan bi cîh bîne. Em kontrolkirina baweriyan a dewletê bi organên xwe yên sazîbûnê, hewldanên wê yên ji bo lihevanîna şêwaza jiyan û çandê û şêwazên îbadetê bi têgihîştina serdest a olê re û afirandina wekheviyê red dikin.