Parlementera Amedê ya HDPê Dersîm Dağ, derbarê êrîşa ku li nexweşxaneya jinan û welidînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku li dijî xebatkarên ji bo guhertina şertên xwarinê çalakî li dar dixistin hatibû rast kirin, bi daxwaza wezîrê tenduristiyê Fexredîn Qoca bersiva wê bide pêşniyazname da Meclîsê.
Her wiha parlemetera HDPê Dersîm Dag, beyan kir ku divê bersiva pirsên wê bi nivîskî were dayin.
Di pêşniyannameya xwe de Dersîm Dağ wiha dipirse:
Gelo derbarê vê êrîşa çekdarî de wê lêkolîn were dest pê kirin?
Gelo êrîşker bi kîjan armanc û hincetê ev êrîş rast kirîye?
Di xwarin belavkirina nexeşxaneyan de wê dawî li rêbaza taşerontiyê bê an na?
Her wiha gelek pirsê bi vî rengî hat pirsîn.