Li Nîjeryayê di êrîşa çekdarî ya li ser otobuseke rêwîyan de, hejmareke mezin ji xwendekarên zanîngehê hatin revandin.
Li Nîjeryayê di êrîşa çekdarî ya li ser otobuseke rêwîyan de, hejmareke mezin ji xwendekarên zanîngehê hatin revandin.
Li gor nûçeyên ku di medyaya netewî de hatine belavkirin, otobusa rêwîyan ku 11 xwendekarên zanîngehê tê de bûn, ku ji eyaleta Akwa Îbom a Nîjeryayê diçû eyaleta Sokoto, li eyaleta Zamfara rastê êrîşa çekdarî hat.
Di êrîşê de 8 xwendekarên zanîngehê yên di otobusê de bûn dîl hatin girtin û 3 xwendekar jî bi birîndarî xilas bûn.
Hat îdiakirin ku xwendekar ji bo fîdyeyê dîl hatine girtin. Li Nîjeryayê cezayê revandinê îdamê tê cezakirin, lê dîsa jî revandina ji bo fîdyeyê gelekî zêde ye.