Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) hejmarên Endeksa Bihayê Serfkaran (CPI) û Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (D-PPI) ya Gulana 2022an eşkere kir.
Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) hejmarên Endeksa Bihayê Serfkaran (CPI) û Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (D-PPI) ya Gulana 2022an eşkere kir. Li gor daneyên TUÎK’ê, ji meha gulanê pê va bihayên serfkaran ji sedî 39,33 zêde bûn. Vê daneyê, rêjeya zêdekirina kirê ya meha Hezîranê jî dîyar kir. Di Hezîrana 2022’an de, xwedîyê xanîyan wê karibin kirêya xwe herî zêde ji sedî 39,33 zêde bikin. Tê plankirin ku ev rêzikname demkî be û ji ber ku dibe ku enflasyon hinekî zêde bibe, li ser vê rêjeyê sînorek were danîn.