34 kesên ku 19 jê zarok di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê ji alîyê balafirên şer ve bi bombebarînê hatibûn qetil kirin.
34 kesên ku 19 jê zarok di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê ji alîyê balafirên şer ve bi bombebarînê hatibûn qetil kirin.
Li ser gorên xwe hatin bîranîn. Di salvegera 11emîn a Komkujîya Roboskî de xizmên kesên di komkujîyê de jîyana xwe ji dest dane û Hevseroka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Hevseroka Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, nûnerên Tîfaqa Ked û Azadîyê(hevserokên partîyên sîyasî û gelek parlementer), Serokê Yekîtîya Baroyên Tirkîyeyê (TBB) Erinç Sağkan û serokên baroyên herêmê beşdar bûn. Di bernameya bîranînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axivî û wiha got, "Ez careke din ji xizm, malbat û gelê me yên 34 kesên li Roboskî hatin qetilkirin re sersaxîyê û sebrê dixwazim.Li Tirkîyeyê şermeke mezin e ku lêpirsîneke bi bandor nehatîye kirin, kiryar nehatine eşkerekirin. Di heman demê de Roboskî birîneke kûr e.11 sal in di destên malbatên wan de wêneyên qurbanîyan û di çavê wan de jî hêsrê çavan hiştin. Lêpirsînek bi bandor nehat kirin. Derket holê, lê kiryar nehatin eşkerekirin.Yê ku talîmat daye li rastê ye ku kîye û kiryar li derve ye û serbest e. Lê tişta ku ne li rastê ye û veşartîye jî edalet e û huqûq e.”