Serokatîya Karûbarên Dîyanetê dîyar kir ku prosedurên qeydkirina ya Hecê yên sala 2024an îro bi dawî dibin.
Li gor daxuyanîya ku li ser hesabên medyaya civakî yên Dîyanetê hat dayîn, 83 hezar û 430 namzedên hecîyan ku navên wan di pêşbirkê de hatin hilbijartin, wê bi rêya servîsa dîjîtal a E-devlet’ê di beşa ‘muamelayên Hecê’ de qeyda xwe ya dawî temam bikin.
Namzetên hecê divê prosedurên xwe biqedînin da ku mafê qeydkirinê bistînin.