QANÛNA NÛ YA WERZÎŞÊ KET MERIYETÊ
Qanûna nû ya ku wê di klûb û federasyonên werzîşê de şefafî û kontroleke bi bandor pêk bîne, piştê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ket meriyetê.
Qanûna nû ya ku wê di klûb û federasyonên werzîşê de şefafî û kontroleke bi bandor pêk bîne, piştê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ket meriyetê. Bi qanûna nû re; sînorên deynkirinê li ser klûban hat danîn. Deynkirin wê ji sedî 10ê budçeya berê derbas neke, wê rêveberên klûban ji deynên xwe berpirsîyar bin. Rêvebir wê zirarên ji ber kiryarên xwe yên bi zanebûn bi mal û milkên xwe bidin. Di federasyonan de dema serokatî bi 3 dewreyan tê sînordarkirin, di rêveberîyê de jî şertê ku herî kêm 2 werzîşvanên neteweyî hebin hat destnîşankirin.