'Qanûna Guhertina Qanûna Bîmeya Betalîyê û Hin Zagonan' ku ji bo dîroka dayîna zema zêda ya teqawîdan û rêziknameyên kar dihewîne, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
'Qanûna Guhertina Qanûna Bîmeya Betalîyê û Hin Zagonan' ku ji bo dîroka dayîna zema zêda ya teqawîdan û rêziknameyên kar dihewîne, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Li gorê qanûnê rêjeya zêdekirina 6 mehên mûçeya teqawîdên SSK û BAG-KURê ya ku wê ji heyama dayîna meha Çileyê pê ve derbasdar be ji sedî 49,25 e. Mûçeya teqawîdan a herî kêm ji 7 hezar û 500 lîreyê derket 10 hezar lîreyê. Ferqa mûçeyê wê di 6ê Sibatê de ji bo teqawîdên SSKê, di 7ê Sibatê de jî ji bo teqawîdên BAG-KURê bê dayîn.
Hejmara herî kêm rojên dayîna prîmê ya ku ji bo kesên bîmekirî ji alîkarîya xebata demkurt sûd werdigirin, ji 600î daket 450î.