Endamê Akademîya Zanistê û Zanyarê Erdê Prof. Dr. Nacî Gorur, bang li rêviberên herêmî kir û bal kişand ser bajarên ku li ser xeletîyên çalak hatine avakirin.
Endamê Akademîya Zanistê û Zanyarê Erdê Prof. Dr. Nacî Gorur, bang li rêviberên herêmî kir û bal kişand ser bajarên ku li ser xeletîyên çalak hatine avakirin.
Prof. Dr. Gorur di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi ser navê "Ji hin rêvebirên herêmî re daxuyanîyeke taybet” hişyarî da.
Gorur, bi bîr xist ku gelek bajar hene ku li ser xetên çalak hatine çêkirin. Ev bajar bi raporên Odeya Endezyarên Jeolojîyê yên Tirkîyeyê hatine eşkere kirin.
Prof. Dr. Gorur di berdewama parvekirina xwe de wiha got: “Rêveberên hêja, bajarên xwe li hember erdhejê bi hêz bikin. Berîya her tiştî, divê em ji bajarên xwe yên ku di nav deverên xeletîyê de ne dest pê bikin. Ewlehîya gelê me mijara me sereke ye.”