Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşaran ku di 14’ê Hezîranê ya 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û 2 zarokên Emîne Şenyaşar ji alîyê xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, di roja 525’an de didome.

Berdevkê Heyamê yê Platforma Demokrasî û Kedê yê Rihayê Gokhan Dayik dîyar kir ku dê bi malbata Şenyaşaran re tevlî Nobeda Edaletê bibin û piştgirîyê bidin malbata Şenyaşaran. Her wiha Dayik destnîşan kir ku ‘hatina wan a avahîya edliyeyê bi awayekî bêhiqûqî hatin qedexekirin, divê daxwaza edaletê ya malbatê were cih. Her wiha Ferît Şenyaşar ku ji qetlîamê birîndar filitî bû û bi dêya xwe Emîne Şenyaşar re tevlî Nobeda Edaletê bû dîyar kir ku: ‘Dê zilm û zextên wan nekaribin hêza têkoşîna me têk bibin. Heta ku edalet pêk neyê em ê ji ber avahîya edlîyeyê neçin.’