Pispor derbarê zêdebûna weqayên vîrusa koronayê de gel hişyar kirin û gotin rêjeya mirinên ji ber vîrusa koronayê zêde bûne.
Pispor derbarê zêdebûna weqayên vîrusa koronayê de gel hişyar kirin û gotin rêjeya mirinên ji ber vîrusa koronayê zêde bûne.
Pêşbînîya me ew e ku wê di meha Mijdar û Berfanbarê de weqa û mirin zêde bin, ji bo vê yekê rûpoşan bi kar bînin û mesafeyê daynin navbera mirovan. Prof. Dr. Mehmet Ceyhan dîyar kir ku ji destpêka şewbê heta roja îro weqayên vîrusa koronayê serdema pîkê de ye û wiha axaftina xwe domand: ‘Dewlet bergirîyan negre jî divê welatî xwe bi rûpoş, mesafe û aşîyan biparêze. Van bergirîyan îhmal nekin û xwe biparêzin.’ Derbarê mijarê de Prof. Dr. Tevfîk Ozlu dîyar kir ku hejmara weqayan kêm in lê hejmara kesên ji ber koronayê jîyana xwe ji dest didin her ku diçe zêde dibe û wê di mehên Mijdar û Berfanbarê de hejmarên weqayan zêde bibe.