Dîyarbekîrspor, li Seyrantepeyê di avahîya ku jê re hatîye veqetandin de dest bi xebatan kir.
Dîyarbekîrspor, li Seyrantepeyê di avahîya ku jê re hatîye veqetandin de dest bi xebatan kir.
Dîyarbekîrspor ya ku ji ber cîh û tesîsên wê tunebû bi salan neçar ma li otêlan bimîne, pirsgirêka wan a tesîsan bi dawî bû.
Avahî û tesîsa klûbê ya 2 qatî ya li Seyrantepeyê ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve hat çêkirin û bi awayekî demkî ji Dîyarbekîrsporê re hat veqetandin, ji alîyê Klûba Kesk-Sor ve hat bi kar anîn.
Ekîb li tesîsê bi cîh bûn û dest bi mana li vir kirin. Walî Alî Îhsan Su û Sekreterê Giştî yê Şaredarîya Bajarê Mezin Abdullah Çîftçî, Midûrê Sazîya Ciwan û Werzîşê ya Bajêr Nûammer Uslu û rêveberên Şaredarîyê tesîsên ku temam bûne kontrol kirin, bi rêvebirên Dîyarbekîrsporê, personelên teknîkî û lîstikvanên futbolê re hatin cem hev û ji bo pêşbirka lîgê serkeftin xwestin. Serokê Dîyarbekîrsporê Serkan Gençi, spasîya xwe anî ziman û wiha got: "klûba me bi salan e ji ber ku tesîsa me tuneye neçar ma û di otelan de diman. Her kesê ku keda wan ji bo bidawîkirine vê pirsgirêkê heye, em spasîya wan dikin.”