Pereyên ku wê di çarçoveya bernameya "Piştgiriya Malbatê ya Tirkiyeyê" de bên dayin wê îro li hesabên banqeyê yên welatiyan bên razandin.
Pereyên ku wê di çarçoveya bernameya "Piştgiriya Malbatê ya Tirkiyeyê" de bên dayin wê îro li hesabên banqeyê yên welatiyan bên razandin. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan do piştî Civîna Wezîran a li Kuliyeya Serokomariyê, daxuyanî da. Erdogan diyar kir, di çarçoveya "Piştgiriya Malbatê ya Tirkiyeyê" de 3,2 milyar lireyî ji 2 mîlyon û nîv welatiyan re wê sibe li hesabên banqeyê yên welatiyan bên razandin û wiha got: "Piştgirîya ceyranê jî û Alîkariya gaza xwezayî ya zivistana 2022'an jî wê vê hefteyê bê dayin."