Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî daxuyand ku pereyên Piştgirîya Civakî û Aborî li ser hesabên sûdmendan hatine razandin.
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî daxuyand ku pereyên Piştgirîya Civakî û Aborî li ser hesabên sûdmendan hatine razandin.
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk dîyar kir ku ji bo zarokên malbatên hewcedar bi zêdekirina meaşê memûran re mûçeya Piştgirîya Civakî û Aborî (SED) ku vê mehê tê dayîn zêde bûye û wiha got, "Me bi tevahî 434 milyon û 39 hezar û 508 lîre û 44 quruş pere razandin hesaban. Her wiha ferqa navberê jî wê di demeke nêzîk de bê razandin.