Rêxistina bajarê Amedê ya Partîya Çep a Kesk bi beşdarîya Hevseroka Giştî ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Buroya Hilbijartinê ya Jinan li Taxa Dîclekentê ya navçeya Kayapinarê vekir.

Rayedar û nûnerên partîyê, dayikên aştîyê, nûnerên sazîyên sivîl û gelek jin beşdarî vekirinê bûn.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di bernameya vekirina Buroya Hilbijartinê ya Jinan de axivî û wiha got, "Îro dema em buroya xwe ya hilbijartinê vedikin jî, hewl didin jinan asteng bikin.
Ev buroya yekemîn a hilbijartinê ya jinan e. Em ê 14ê Gulanê ji van buroyan encamên hilbijartinê bi dest bixin. Amed wê vê serdemê bike 12 sifir.
Me navnîşana xwe dîyar kir. Navnîşan û rêya me Partîya Çep a Kesk e. Em amade ne ku nûnertîya wekhev bînin meclîsê. Rê û rîya we jinan zelal be."