Serokatiya Navçeya Sûrê ya Partiya DEVA ya Amedê ji bo meşa êlegê şîn ku wek kevneşopîyê tê lidar xistin, ji qeymeqamtîya navçeyê re agahî da.
Serokatiya Navçeya Sûrê ya Partiya DEVA ya Amedê ji bo meşa êlegê şîn ku wek kevneşopîyê tê lidar xistin, ji qeymeqamtîya navçeyê re agahî da.
Qeymeqamtiya Sûrê diyar kir ku serlêdan di çarçoveya “Qanûna Xwepêşandan û Meşê” de hatiye nirxandin û “dema ragihandinê” pêk nehatiye û diyar kir ku daxwaza meşê ne guncaw hatiye dîtin. Li aliyê din Partiya DEVA jî, ji bo li darxistina meşa roja Yekşemê bi biryar e û ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, “Me wek Serokatiya Bajarê Amedê ya DEVAyê serlêdanên pêwîst kir. Em vê biryara qaymeqamtiya navçeyê ya ne rewa nas nakin. Em ê roja Yekşemê saet di 14.00’an ji avahiya Rêxistina navçeya Sûrê dest pê bikin û meşa xwe ya Yelekên Şîn pêk bînin.