Ji partîyên Kurdistanî HAKPAR, HEREKETA AZADÎ, PDK û PWK’ê li Amedê derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Hewlêrê daxuyanîyek dan.
Ji partîyên Kurdistanî HAKPAR, HEREKETA AZADÎ, PDK û PWK’ê li Amedê derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê ya li ser Hewlêrê daxuyanîyek dan.
Di daxuyanîyê ku bang li Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku li dijî Îranê dengê xwe bilind bike de wiha hat gotin; “Em dizanin ku ev êrîş ji dijminatîya gelê Kurdistanê û li dijî îradeya gelê Kurd tên kirin.
Êrîşa li ser Hewlêrê binpêkirina eşkere ya serwerîya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.
Divê hikûmeta Iraqa Federal û civaka navdewletî li hember van êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê bêdeng nemînin. Divê NY li dijî rêveberîya hovane ya Îranê ku li Kurdistanê gefê li can û mal û milkên sivîlên bêguneh dixwe, dengê xwe bilind bike û demildest van êrîşên hovane rawestîne."