Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun pirsgirêka avê ku 4 mehe li Navçeya Sûrê û taxên wê heye, li parlementoyê ji Wezîrê Karên Cotkarî û Daristanan pirsî. Remzîye Tosun wiha got:
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun pirsgirêka avê ku 4 mehe li Navçeya Sûrê û taxên wê heye, li parlementoyê ji Wezîrê Karên Cotkarî û Daristanan pirsî. Remzîye Tosun wiha got:
"Li navçeya Sûrê tevî ku ev nêzî 4 meh in av li gelek taxên navçeya Sûrê bi taybet taxên Bagpinar, Esenbag, Yeşîllî nayê dayîn lê fatûreyên avê yên zêde li welatîyan hatin birrîn. Welatiyên li Taxa Yeşîlliyê diyar kirin ku wan ji rayedaran, bi taybet Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) agahdar kirine ku ava şebekeyê ji taxan re nayê peydakirin, lê belê ji bo çareseriyê tu hewldan nehatiye kirin.