Parlamenterê CHP'ê yê Kutahyayê Alî Fazil Kasap, piştê mirina Parlamenterê Partîya Saadet ê Kocaelîyê Hasan Bîtmez, derbasê Partîya Saadetê bû.
Parlamenterê CHP'ê yê Kutahyayê Alî Fazil Kasap, piştê mirina Parlamenterê Partîya Saadet ê Kocaelîyê Hasan Bîtmez, derbasê Partîya Saadetê bû.
Bi rehmetkirina Bîtmez re hejmara kursîyên Partîya Saadetê daket 19an û ji bo avakirina komê li Meclîsê pîvana hebûna herî kêm 20 parlamenteran winda kir.
Bi beşdarîya Parlamenterê Kutahyayê Alî Fazil Kasap ê ku ji CHP'ê îstifa kiribû, Partîya Saadet piranîya parlamenteran bi dest xist û dîsa li Meclîsê koma wan çêbû.