16 rojnamevanên ku li Amedê hatin girtin, parêzerên wan li dijî darizandina wan a girtinê bertek nîşan dan.
16 rojnamevanên ku li Amedê hatin girtin, parêzerên wan li dijî darizandina wan a girtinê bertek nîşan dan.
Parêzeran bi daxwaza îtiraza xwe ya li Dadgerîya Ceza ya Aslîye ya Amedê xwestin ku rojnamevan bên berdan û darizandina wan wisa berdewam bike. Di serlêdana îtirazê de hat îdîakirin ku di lêpirsîna dozgerî û dadgerîyê de têkildarê xebatên wan ên pîşeyî de pirsên rojnamevanan hatin pirsîn û rojnamevan bi îdîaya "endamê rêxistina terorê ne" hatin girtin. Di hinceta îtîrazê de wiha hat gotin; "Muwekîlê ku ji ber pîşeya xwe ya rojnamevanîyê biryara girtinê hatîye dayîn, divê bê berdan."