Li Cizîrê palmîyeyên ku qeyûm ew li parkan danîn û 637 hezar lîre ji bo wan xerc kiribû, hişk bûn. Midûrîyeta Park û Baxçeyan a Şaredarîya Cizîrê, di 7'ê kanûna 2022'yan de ji bo çandina palmîyeyan 637 hezar lîre pere xerc kir.

Palmîyeyên hatin stendin û hatin danîn, ji ber lê xweyî nehat derketin hişk bûn. Di nîsan û hezîrana 2023'yan de li Baxçeyê Gel ê li Taxa Konakê, du caran palmîye hatin danîn. Hat dîtin ku darên li van deran hatine danîn hişk bûne.