Ji pêşkêşvanê Amed Radyo Tvyê Mansur Meçîn qeza kir.
Ji pêşkêşvanê Amed Radyo Tvyê Mansur Meçîn qeza kir. Mensûr Meçîn ku di Amed Radyo Tv de bernameya Deriyê Dila pêşkêş dikir, bi siwareya xwe qeza kir. Di qezayê de Mensûr Meçîn û keça wî ya 10 salî birîndar bûn.
Mensûr Meçîn û keça wî ya biçûk ên di qezayê de birîndar bûn, piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl.
Derhênerê Weşana Giştî yê Amed Radyo TVyê Ferat Mehmetoglu, derbarê qezayê de wiha got, “Em bi xemgînî hîn bûn ku hevalê me Mansur Meçîn qezaya trafîkê derbas kiriye. Em ji Mansur Meçîn û keça wî re hêvî û daxwaza şîfayê dikin. Em ji mêvan, bîner û guhdarên xwe re radigihînin ku weşana zindî ya Meçîn a ku wê îro danê êvarê bihata lidarxistin, ji ber qezayê wê di demeke din de bê kirin."
Em wek malbata Amed Radio Tv ji pêşkêşvanê hêja Mansur Meçîn û keça wî re şîfayê dixwazin.