Cîgira Serokê Koma AKP'ê Ozlem Zengîn, derbarê niqaşên ku dibê wê hilbijartina pêşwext di roja 30'ê Nîsanê de bê kirin de red kir.
Cîgira Serokê Koma AKP'ê Ozlem Zengîn, derbarê niqaşên ku dibê wê hilbijartina pêşwext di roja 30'ê Nîsanê de bê kirin de red kir.
Zengîn di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de behsa nîqaşên hilbijartina pêşwext kir û wiha got, “Gotina divê wê di 30ê Nîsana 2023an de hilbijartin çêbibe ne rast e." Ji bo îddîayeke din jî Zengîn got, "14'ê Gulanê yek ji rojên muhtemel e, lê tarîxeke ku me dîyar kirîye, ku em jê re dibêjin ' ev roj e' nîne. Li ser namzedîya Serokomar nîqaş tê kirin. Me makezagonek nû çêkir. Li gorê destûra nû qanûnek heye ku du caran were hilbijartin. Em di rewşeke wiha de ne ku pêwîstî bi îtîrazê nîne. Serokomarê me li gorî makeqanûna heyî dê cara duyemîn bibe namzet."