Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan got: "Ji bo ewlehîya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan got: "Ji bo ewlehîya hilbijartinê divê dawî li wezîfeya Soylû bê anîn.
Ozdogan dîyar kir ku di mehekê de 295 kes hatine binçavkirin û 61 kes hatin girtin û wiha berdewam kir, "Operasyonên li dijî partîya me û hemû muxalifên ku ji alîyê daraza û hiqûqa AKP'ê ve tên kirin, li ber hilbijartinê zêde dibin."
Di berdewama axavtina xwe de Ozdogan, destnîşan kir ku AKP ji xêndî xwe herkesê ku ne ji wan be wek “terorîst” îlan dike û wiha got, “Suleyman Soylû ku bi hezaran polîs, leşker û bekçîyan dide pişt xwe û hê jî Wezîrê Karên Navxweyî ye, hilbijartinên 14’ê Gulanê wek ‘hewldana darbeyê’ pênase dike. Ji bo ewlehîya hilbijartinê divê demildest dawî li wezîfeya Wezareta Karên Navxweyî ya Suleyman Soylî were anîn.”