Bi feshkirina Peymana Stenbolê hejmara tundî, tacîz û destdirêjîya jinan zêdetir dibe.
Bi feshkirina Peymana Stenbolê hejmara tundî, tacîz û destdirêjîya jinan zêdetir dibe.
Wezareta Hundirîn daneyên jinên ku di 7 mehên pêşîn ên 2022’yan de weşand. Li gor Wezareta Hundirîn di 7 mehên pêşîn ên 2022’yan de 158 jin hatin qetilkirin. Platforma Em ê Qetlîamên Jinan Rawestînîn jî daneyên 7 mehên pêşîn ên sala 2022’yan belav kir û daneyan de dîyar kir ku 188 jin hatine qetilkirin, 146 jin jî bi awayekî gumanbar kuştî hatin dîtin. Namzeta Lijneya Rêveberîya Komeleya Jinan a Rosa’yê Nevîn Oyman bangî rayedaran kir û got: ‘Îqtîdar divê ji polîtîkayên xwe yên ne rast vegere. Dema Peymana Stenbolê di merîyetê de bû car din cezayan de daxistin dihat kirin û faîl nedihatin cezakirin. Niha jî faîl nayên cezakirin û ser de tên parastin.’