OSYMÊ RAGIHAND KU WÊ EZMÛNA YSKÊ LI 4 HERÊMÊN ERDHÊJÊ BÊ KIRIN
Serokê Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (ÖSYM) Prof. Dr. Bayram Alî Ersoy derbarê pêkanînên ezmûnê yên ku wê li herêma erdhejê bên kirin de daxuyanî da.
Serokê Navenda Pîvandin, Hilbijartin û Bicihkirinê (ÖSYM) Prof. Dr. Bayram Alî Ersoy derbarê pêkanînên ezmûnê yên ku wê li herêma erdhejê bên kirin de daxuyanî da. Serokê OSYMyê Prof. Dr. Bayram Ali Ersoy, dîyar kir ku biryar hatîye dayîn Ezmûna Sazîyên Perwerdeya Bilind wê li Hatay, Meletî, Mereş û Semsûrê jî bê kirin. Me hejmara tercîhên cîyê îmtîhanê ji 2yan derxist 5an. Kesên bixwazin wê bikaribin tercîha xwe ji bo 5 bajaran binivîsîne. Di nava tercîhên xwe de jî wê bikaribin tenê li yek navendekê têkevin ezmûnê.