Odeya Endezyarên Jeolojîyê ya Şaxa Amedê, li dijî metirsîya erdhêjê banga "Qanûna Xetên Erdhêjê" kir.
Odeya Endezyarên Jeolojîyê ya Şaxa Amedê derbarê erdhêja 6'ê Sibata 2023'an a Mereşê û erdhêjên vê dawîyê yên li herêma me de daxuyanîyek da û got, "erdhêj xwezayî ye, ya nexwezayî felaket e.
" Odeya Endezyarên Jeolojîyê di daxuyanîya xwe de wiha got, "Divê neyê jibîrkirin ku erdhêj bûyereke xwezayî ye. Erdhêj û bûyerên din ên xwezayî rastîyeke cîhana me û erdnîgarîya ku em lê dijîn e. Ev bûyerên xwezayî di encama pêkanîn û polîtîkayên dûrê teknolojî, zanist û aqil de vediguhere felaketekê.
Mixabin zerar û zîyanên mirov û malên di erdhêja 6’ê Sibatê ya Mereşê de, mînaka herî berbiçav a vê yekê ye. Di vê çarçoveyê de, di dîyarkirina cîh û avahîyên jîyanê yên bi tendurist, ewledar de;
girîngîya nirxandina hemû hêlên guncavîya jeolojîk-jeoteknîkî ya ji bo avahîyan, bijartina cîhê rast, pêwendîya ax-avahîyê, dîzayn û çêkirina avahîyan, mekanîzmaya kontrolê û girîngîya pêkanîna Qanûna Xetên Erdhêjê ku ji hêla odeya me ve hate pêşnîyar kirin careke din derket holê."