Komîserîya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di encama êrîşa Îsraîlê ya ku li dijî Xazzeyê de 19 zarokên Filistînê hatine kuştin.
Komîserîya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di encama êrîşa Îsraîlê ya ku li dijî Xazzeyê de 19 zarokên Filistînê hatine kuştin.
Komîsera Bilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michalle Bachelet derbarê kuştinên zarokan de bertek nîşan da û wiha got: “Kuştina zarokan bêwijdanî ye.Hiqûqa mafên mirovan a navnetewî aşkere ye. Hedefgirtina sîvîl û qadên jîyana wan qedexe ye. Divê demildest pêşî li ber van êrîşan werin girtin. Kuştin û hedefgirtina zarokan etîk nîn e. Îsraîl ne tenê niha, gelek caran hiqûqa mafên mirovan a navnetewî binpê kir.”