Malbata Şenyaşar ragihand ku wan li ser neberdana Fadil Şenyaşar biryar girtîye ku wê çalakîya Nobeda Edaletê bibin Enqereyê.
Malbata Şenyaşar ragihand ku wan li ser neberdana Fadil Şenyaşar biryar girtîye ku wê çalakîya Nobeda Edaletê bibin Enqereyê.
Di duyemîn danişîna doza li Meletîyê ya li dijî malbata Şenyaşar hatibû vekirin de Fadil Şenyaşar ê ku hatibû girtin û zêdetirê 5 salan li Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, nehat berdan.
Piştê biryarara dadgehê, Parlamenterê Partîya Çepên Kesk yê Rihayê Ferît Şenyaşar, li ber edlîyeyê daxuyanî da û got, "5 sal in li Rihayê têkoşîna edaletê didin û di encamê de doz hat vekirin.
Rûniştina dozê li Meletîyê tê dîtin. Di nava 8 salan de bi dehan dozgerên dosyayê hatin guhertin. Îro jî me zanî ku lijneya ku li Meletîyê dimeşe hatîye guhertin.
Me berê jî gotibû, ger biryareke adil neyê dayîn, em ê nobeda ku li ber edlîyeya Rihayê dewam dikir, bibin Enqereyê.
Em ê li ser vê biryarê bisekinin û di demeke nêz de ez û dîya xwe em ê biçin Enqereyê û li wir Nobeda Edaletê bidomînin."