Zêrê ons li ser hev pênc roje ku nirxê xwe zêde dike û grama zêr jî rekora xwe ya dîrokî ya buhayê ji nû ve dubare kir. Buhayê zêrê çaryek di du rojan de 100 lîre zêde bû
Piştê agahîya bankayên navend ên welatan ku rêjeya faîzê daxînin, zêr hema hema her roj rekora buhayê xwe zêde kir.
Li Amedê grama zêr bi qasê 2 hezar û 25 lîreyê tê firotên. Çaryek jî bi 3 hezar û 390 lîreyê tê firotin. Li pîyaseya azad dolar bi 30,95, ewro bi 33,49, sterlin bi 39,16 lîreyê tê firotin.